Serokwezîrê Tirkîyê Soza Şerê li Dijî Serhildayan Kurd Dike

Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan li ber tabutên leşkerên kuştî axaftineke dike. Firokexaneya Wanê, 19 Heîzran 2010

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, îro Yekşemê li bajarê Wanê tevli merasîma binax kirina leşkerên tirk bû. Jimareke leşkerên tirk, di encama pevçûnên ligel mîlîtanên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê de, roja Şemîyê hatibûn kuştin.

Birêz Erdogan di re û resma bo 11 leşkeran de got, serhildayên PKK, ku wî wekî terorîst binav kir, dê biser nekevin. Rêzdar Erdogan sozê da ku ewê di xwîna xwe de bifetisin.

Ajansa fermî ya dewletê, roja Yekşemê ragihand, serhildayên kurd leşkerekî din yê tirk kuşt, li nêzîkî navendeke leşkerî li bajeroka Palu ya Elazîzê.

Li alîyê din, firokên cengî yên tirk, roja Şemîyê weşartgehên gumanbar yên PKK bombe baran kirin, li hindurê bakura Îraqê.

Ajansa Nûçeyana Frensî jî ragihand, hêzên tirk bi şev ketine axa bakûra Îraqê û 10 kîlometre ji sînorê derbaz kirin, jibo lêgerîna mîlîtanên kurd.