Grupên xortan yên pêkhatî ji hejmerk genc û xortên herêma nahiya Sersinkê ya girêdayî qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhok, dest bi hew û helmeteke paqij kirina jîngehê kirîye, li herêmê cade û daristanan ji bermayên gilêş û plastîkê paqij dikin. Herwiha darên nû serhildayî û yên kevin qelek dikin, çavdêriya darûbar û teraşan dikin da ku herdem kesk û bedew bimînin.
Grûbên genc û xortan dixwazin herêma wan her paqij û pirî keskatî bimîne, Mihemed Genco yek ji wan xortane dibêje" jîngeh parêzî karek ciwane û Kurdistan welatê meye div؛ ciwan pêlîn û ev kare bo paşeroja me û welatê meye."
Xortek din yê beşdarî kampeyna paqij kirinê bû Leys Şakir e, ew jî dibêje"karê me qelemkirina dar û barîye û paqijkirina rexên cadan û em hemû heval bi hevra kar dikîn."
Li vê dawîyê diyarde û kultura parastina jîngehê li cem xort û gencan peydabûye û weke grûp grûp kar dikin ji bo parastina daristan û jîngehê bi giştî.
Rêxistinên parastina jîngehê jî keristeyên pêtvî bo wan xortan dabîn dikin da ku karê wan bi rengek baş serbigir e.
Your browser doesn’t support HTML5
Raporta Duhok 07 12 2020