Sendîkaya Tendirustîyê li Tirkîyê Tedbîrên Hember Korona Kêm Dibîne

Belavbûna vîrûsa koronayê di asta gerdunî de gîhîştîye xalekî xeter û dîbe sedemên metîrsîyan.

Di tekoşîna hemberî vîrûsê de,kedkarên tenduristîyên wekî bijîşk,hemşîre û xebatkarên din, kesên herî sereke û girîngên. Lê,nêrînen wan di derbarê ve tekoşînê de,astengî anjî dijwarîyên sereke ku rû bi rû dimînin û her wûha daxwazên wan jî pir nayên rojeve. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Amade Şîyar Gûldîken hevpeyvînek digel Dengê Amerîkayê de,li ser van mijaran axifî.

Gûldîken anî ziman ku “ bi rastî tedbîr gelek kemin ji ber ku rayedar dema ku ev vîrûs derket, cîddî nêzîk ne bûn. Jibo bo rawestandina belavbûna vîrûsê jî bi rastî pir dereng man.”

Gûldîken wûha berdewam kir “rayedaran ev pêvajo vekrî nemeşandin û hejî nameşînin mixabin, dema rayedar, dewlet bi ciddî nêzîk ne be, civak jî ciddî nêzîk na be. Li her bajarî koordînasyona qrîzê hatîye ava kirin lê kes me tevlî nake,li bangê me jî guhê xwe digrên.”

Your browser doesn’t support HTML5

interview with Şiyar Guldiken co-chair of (SES) Diyarbakir Branch."