Seyf El Îslam Qezafî Hate Girtin

Seyf El Îslam

Kurê rêberê yê berê yê Lîbyayê Muamer Qezafî, ku meha çûyî hatibû kuştin, Seyf E Îslam Qezafî roja Şemîyê li nêzîkî bajarokê Obarî ya sehrayî hate girtin.

Qumandarê Lîbyayî Beşîr Etrîb di civîneke ragihandinê de, li Zintan got, Seyfel Îslam li başûrê Lîbyayê, nêzîkî Nîjer û Cezayîr hate desteser kirin.

El Etrîb ji rojnamevanan re got, hevkarên Seyf El Îslam hewil didan ku wî ji Lîbyayê derxînin û birevînin Nîjer a cîran. Wî her wiha ragihand ku Serokê Berê yê Îstîxbarata Lîbyayê Abdullah Senusî di nav kesên girtî de tunebû.

Wezîrê Navxweyî yê demkî yê Lîbyayê Mihemed El Alaqî ji televîzyona al Arabiya re got, wan Seyf El Îslam bi helîkopterekê anîye bajarokê Zintan ya rojava paytaxt Trablusê.

Dadgeha Cezayê ya Navnetewî ya bingek li Den Hag meha Hazîranê fermana girtina Seyf El Îslam derxistibû.