Di Êrîşa El Şabab de 19 Leşkerên Yekîtîya Afrîqa Kuştin

Jannaale, Somalia

Karbidestekî payabilind yê Somalî ji Dengê Amerîka re dibêje, di êrîşa mîlîtanên El Şabab ya hember bingeheke leşkerî ya Yekîtîya Afrîqa (YA) de, herî kêm 19 leşker hatin kuştin.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere be, herwiha ragihand ku di êrîşa li herêma Jannaale de jimareke leşkerên din jî hatin revandin.

Dîdevanekî bûyerê jî ji Dengê Amerîka ragihand ku wî leşkerên dîlgirtî dîtine.

Heta niha zelal nebû ku el Şabab leşkerên revandî biriye ku derê.

El Şabab di meha Hezîranê de jî êrîşî bingeheke din ya hêzên YA kiribû û pirtir jî 50 leşkerên ji Burundi kuştibûn.