Şêrwan Mela Îbrahîm: Kes Nikare Bêjê Ez Nûneratîya Gelê Kurd li Sûrîyê Dikim

Şêrwan Mela Îbrahîm.

Piştî derketina Kurdan li konferansa dijberên rejîma Sûrî li Stenbolê, çalakvanekê Kurd rexnê li partîyên sîyasî yên Kurd digire ji ber nebûna helwêsteka yekgirtî.

Rojnamevan û çalakvan Şêrwan Mela Îbrahîm herwiha dibêje, ji bo demê 50 salan partîyên siyasî yên Kurd “nikarîne daxwazên gelê Kurd li Sûrîyê teşxîs bikin.” Wî got, Îro di Sûrîyê de kes “nikare bêjê ez nûneratîya Gelê Kurd dikim.”

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Şêrwan Mela Îbrahîm re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li alîyê rastê vê rûpelê kilik bike.