Li Herêma Şêxan Dexl û Dan Dişewite

Şêxan Agir bi Dexil û Dan Dikeve

Nûçegihanê Dengê Amerîka Selam Balayî ragihand ku li herêma Şêxan ya li ser riya Duhok û Hewlêr, rûberek berfireh ya çandinê ji dexl û danan rastî agir pêketinê hat û bihaveke mezin ya dexl û danî hat şewitandin.

Tîmên agir vemirandin û hewar hatinê hewil didin agirî vemirînin, lê heta amadekirina vê raportê ew neşyabûn agirî kontrol bikin.

Herêma Şêxan bi derametê çandinê bi taybet bi genim û dexl û danan bi navûbang e, her sal herêm di dema berzbûna pileya germê de rastî agir pêketinê tê û rûberên mezin yên çandinê tên şewitandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha eşkere nebûye ku sedema wê şewatê çi ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Herêma Şêxan Rastî Şewatê Tê