Di Êrîşeke Çekdarî de 12 Kes li Kalîfornîya Hatine Kuştin

Karbidestên ewlehî li Kalîfornîya radigihînin ku zilamekî çekdar di êrîşa ser bar û klubeke dansê de, bi kêmî ve 12 kes derengîya Çarşemê kuştin.

Your browser doesn’t support HTML5

Dîmenên Êrîşa Çekdarî ya li Kalîfornîya

Şerîfê Ventura County, Geoff Dean ji nûçegîhanan re got ku yek ji polîsên ku berî herkesî giheşti cîhê êrîşê, Borderline Bar & Grill ya li bajarê Thousand Oaks bû armanca guleyên êrîşvan.

Wî da zanîn ku polîs Ron Helus ku 29 sal in li ser kar bû, dû re di rê de mir, dema ew ji nexweşxanê re dihat veguhastin.