Berdevkê Desteya Blind a Kurd Silêman: Em Hewil Didin ku Bajarên Xwe ji Alozîyê Biparêzin

Berdevkê Destaya Bilind a Kurd Ahmed Silêman di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de li ser rewşa Sûrîyê diaxife.

Birêz Silêman dibêje, hêvîya gelê Sûrî ev bû ku rejîm wekî li Tûnis û welatên din, bi rêyên aştîyane bikeve, lê ev nebû û niha şer li seranser Sûrîyê belav bûye.

Ahmed Silêman bang li civata navnetewî dike ku alîkarîya gelê Sûrîyê bike da ku xunrijandin û kuştinkarîya rejîme bi dawî were.

Berdevkê Destaya Bilind a Kurd Ahmed Silêman her wiha dibêje wekî Kurd, ew hewil didin ku bajarên xwe ji tundî û xunrijandinê biparêzin.

Kerem kin, bi lînka jêrîn guhdarîya hevpeyvîna ligel birêz Silêman bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Ahmed_Silêman