Raporteke Taybet ser Hefteya Sînemeya Kurdî li Qamişlo

Li bajarê Qamişlo grubek ji 9 kesan pêk tê, Duyemîn Hefteya Sînemaya Kurdî li darxistin.

Tevî holek ne mezin û astengiyên jiyanê, Selam û hevalên wî jibo pêşkêşkirinê li ser dirêjahiya hefteykê 7 fîlm amede kirin.

Selam dibêje: "Ev sala duyê ye ku em hefteya sînemeya Kurdî li dardixin. Ya par bi navê ”Kurd jî Xwedî Sînema ne”, ya îsal di bin navê ”Sînema jibo Aştî û Wekhevîyê” tê li darxistin."

Şevger ji komîta amedekar ya hefteya sînema dibêje, armaca wan ji hefteya sînema ev e ku sînemeya Kurdî bi civaka Qamişlo bidin nasîn.

Hejmara temaşevanên ku serdana hola pêşkêşkirina fîlmên Kurdî dîyar dikir ku civaka Qamişlo dûrî sînema ye.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_4_19_15