Zêbarî: Dema Ewlehî Hebe Civaka Nanetewî Dikare Alîkariya Şingalê Bike

Ebdulbarî Zêbarî, Endamê Parlemena Îraqê got hikumata Îraqê û civaka nêvneteweyî di amadene alîkariya xelkê Şingalê bikin lê divê rewşa ewlehiyê alîkar be.

Parlemena Iraqê roja Şemiyê daxuyaniyek da û tê de tekez kir ku ew "peymana lihevhatinê" di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistan a Iraqê de li ser rêvebirina navçeya Şengalê pesend dike.

Netewên Yekgirtî jî pêşwazî li rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraq a Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, ev rêkeftin "gaveke yekem û girînge di rêka rast da". UNAM, ofîsa Neteweyên Yekbûyî hêvî kir ku ev rêkeftin rê li pêş pêşerojeke baştir veke.

Endamê Parlemena Îraqê Ebdulbarî Zêbarî gote dengê Amerîka hikumata Îraqê û civaka nêvneteweyî di amadene alîkariya xelkê Şingalê bikin lê divê rewşa ewlehiyê alîkar be.

Your browser doesn’t support HTML5

Abdulbari Zebari