Nûnerê taybet yê serokê Amerîka Barack Obama jibo hevpeymaniya navnetewî li dijî DAIŞ’ê, Brett McGurk, bi riya Twitter’ê hîn agahî li ser operasyona rizgarkirina Şengalê dan.
McGurk got ku hêzên hevpeymanan ji dema destpêkirina êrîşa rizgarkirina Şengalê de 40 êrîşên esmanî li dijî bingehên DAIŞê encam dane.
McGurk herwiha da zanîn ku, di heman demê de hêzên Kurdî û şervanên Ereb li herêma Hole ya Hesekê li Sûriyê û hêzên Îraqî li Ramadî li rojavayê Îraqê êrîşên xwe li dijî DAIŞ’ê zêde dikin.
Hêjayî gotinê ye, sibeha îro Pêncşemê operasyoneke berfireh ya hêzên Kurdan li Şengalê destpê kiriye kui bajêr ji destê DAIŞ’ê derxînin û koalîsyona navnetewî jî bi êrîşên esmanî piştgirî didin vê operasyonê.