Sîpan Hemo: Tirkiyê Şer li Dij Herêmên Me Ragihandiye

Şervanên YPG'ê li Efrînê

Sîpan Hemo, Fermandarê Giştî yê YPG'ê, roja Çarşemê got ku artêşa Tirk hêzên xwe li nêzîk herêmên Kurdan, li bakurê rojavayê Sûriyê kom kirine û ev tê wateya ku Tirkiyê şer li dij hêzên wan ragihandiye.

Hemo got ku ger artêşa Tirkiyê êrîşî herêmê bike, ev dê bibe sedema şerekî rasteqîne.

Hemo ji Reuters re got ku amadekariyên artêşa Tirk gihane astê ragihandina cengê, lê ew li hember vê dijminkariyê destdahêlayî namînin.

Hêzên YPG'ê ku, beşekî giring in, ji Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê, yaku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin û nûha li Reqa şerê DAIŞê dikin.

Tirkiye YPG'ê wek balekî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne û weke gefekê li dij ewlekarîya welatê xwe dibîne, lê Amerîka YPG'ê weke hêza herî bi bandor ya şerê li dij DAIŞ'ê dibîne.