Berpirsên dadgeriya Somalî ji paytaxt Maqdîşo dan zanîn ku desthilata dadgeriya Somalî roja Duşemê biryara sêdarekirina berdevkê berê yê rojnamegeriya tevgera El-Şabab ya tundrê pêk anî.
Abdula Hesen, cîgirê dadgerê dadgeha rojnamevanan, li cîhê sêdaredanê gotiye "îro cezayê sêdaredanê li dijî Hesen Henefî pêk tê ku rojnamevan kuştibûn".
Hesen Henefî, berdevkê rojnamegerî yê El-Şabab bû, dema tevgera El-Şabab, rêxistina girêdayî Qayde paytaxta Somalî Maqadîşo kontrol kir bû.
Henefî li xwe mukir hatiye ku wî bi destên xwe rojnamevanek kuştiye.
Li gor çavkaniyên komîta rojnamevanan hatiye xuyakirin ku ji sala 1992 heta niha 59 rojnamevan li Somalî hatine kuştin.