Di Êrîşa Bombeyî de li Somaliya 6 Kuştî Û 13 Birîndar

Êrîşa Dijawar ya Otombila Bomberkirî li Paytext Magadîşo- Somaliya

Karbidestên Somaliya dan znaîn ku roja Yekşemê Otombîleka bombekirî li paytext Magadîşo teqî, di encam de 6 kes hatine kuçtin û 13 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlekarî û tendirustiyê didin xûyakirin ku dibe hejmara qûrbaniyan zêdetir bibe jiber dijawarîya peqînê.

Berpirsên fermî dibêjin, Otombîla bombekirî li cada qelebalix ya Maka Almukarramah pêkhatîye, sedem û aliyê êrîş pêkanî, hêjî nediyar in, lê tevgera Al-Şabab yaku weke grûbeke Îslamî ya radîkal li parzemîna Afrîqa tê naskirin gelek caran êrîşên weha encam dane.

Your browser doesn’t support HTML5

Êrîşa Bombeyî li Paytexta Somaliya Pêkhat