Şewata li Spanyayê bo Sedema Mirina 12 Kesan û 23 Kes jî Winda Ne

Agireke mezin li başûrê Spanyayê

Li başûrê Îspanyayê, li herêma Almería, piştî agireke mezin herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Herwiha, 23 kesên din jî hîn winda ne û nayên dîtin.

Ji qurbanîyan tenê kesek hemwelatîyê Îspanyayê bû, lê kesên din hemû biyanî bûn.

Serokê herêma Endulusê, Juan Manuel Moreno ragihand ku agir zû û wekî barûtê belav bû.

Moreno got ku ev agir yek ji şewatên herî wêrankar, bile û zehmet e ku wan heta niha ditîye û heta niha nêzîkî 3,200 hektar erd şewitîye.