Ocalan: Em Dest bi Qonaxeke Nû Dikin

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di peyama xwe de ku îro li Dîyarbekirê hat xwendin, dîyar kir ku dema şerê çekdarî dawî bûye.

Ocalan banga agirbestê kir û PKK’ê xwest ku çekdarên xwe derxîne dervê Tirkîyê.

Di pîrozbahîya girseyî ya Newrozê de, bi sed hezaran kes li Dîyabekirê kom bû ku sersala xwe pîroz bikin û dîdevanî li peyamên girîng yên Ocalan bikin.

Di pîrozbahîyê de, nameya rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji alîyê parlamenterên BDP'ê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder ve hat xwendin. Name bi Tirkî jî ji alîyê parlamenterê BDP'ê Sirri Sureya Onder ve hate xwendin.

Abdullah Ocalan ragihand ku ew êdî dest bi qonaxeke nû dikin.

Hevkarên me Sîrwan Qiçço û Robîn Reşvan peyamên Abdullah Ocalan şîrove dikin. Kerem kin guhdarîya vê raportê bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

SQ_RR_OCALAN


Xwendevanên hêja,

Kerem kin li çend fotoyên nûçegîhana me Hatice Kamer binêrin: