Îsraîl Zedebûna Hebûna Leşkerî ya Îranê li Derya Sor Wek Gef Dibîne

Benny Gantz dibêje ku Îran li Derya Sor Sor hebûna xwe ya leşkerî li Derya Sor bi cîh û zêde dike.

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Benny Gantz îro Sêşemê ragihand ku Îran, bi keştîyên şer ku li herêma başûr kiryarên nobedarîyê dikin, bi awayekî berbiçav hebûna xwe ya leşkerî li Derya Sor zêde dike.

" Di mehên dawîn de, me hebûna leşkerî ya Îranê li herêmê, ya ku herî girîng ya di deh salên borî de ye, tespît kir," Gantz got.

Ofîsa Gantz jî eşkere kir ku wî dîmenên satelaytê yên çar keştîyên şer yên Îranî pêşkêş kirine ku li Derya Sor nobedarîyê dikin.

Gantz ev yek wek gefa ser aramî û bazirganîya heremê bi nav kir.

Îran zêdetirî deh salan in ku hebûna xwe ya deryayî li Derya Sor ava dike û dibêje ku li hember xeterîya rêbirî (korsanî) bo parastina keştîyên petrolê yên Îranê ev yek pêdivî ye.

Îsraîl û hejmarek ji welatên Erebî ser bandora Îranê li herêmê û programa wê ya navokî fîkarên xwe yên hevpar tînin ziman, lê Îran dibêje ku bernameya wê ya navokî mebestên aştîyane ye.

Gantz ev daxuyanî îro di dema serdana xwe ya li paytexta Yunanistanê Atîna da.