UNHCR: 1.8 Milyon Penaberên Sûrîyê Vegerîyane Welatê Xwe

Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNHCR) roja Çarşemê piştrast kir ku ji destpêka sala 2024-an ve 1.8 milyon penaberên Sûrîyê û zêdetirî 2 milyon kesên koçberên navxweyî vegerîne mal û cihên xwe li Sûrîyê.

UNHCR'ê li ser platforma X'ê diyar kir ku bi hevkarên xwe re piştgirî didomîne ji bo wan kesan ku dixwazin vegerin welatê xwe. Lê di heman demê de bal kişand ser wê yekê ku pêdivîyên vegerê gelekî mezin in û ew tenê bi gihîştina ser malên xwe bi dawî nayên.

Li gorî UNHCR, piştgirîya vegerê pêwîstî bi weberhênanên berdewam heye di qada xizmetan, xanî û wargehê, derfetên jiyanê û karî, û herwiha civakên ku veger lê bicih dibin.

UNHCR'ê destnîşan kir ku dabînkirina şert û mercên guncav ji bo vegerîyayan ji bo aramî, seqamgîrî û ji nûavakirina civakên Sûrîyê girîng e.

Li gorî agahdarîyên ku ji alîyê World Vision ve hatine weşandin, zêdetirî 15 salên pevçûn, koçberî, kêmbûna aborî û pevçoûnên dûbare Sûrîyê kirine yek ji mezintirîn û dirêjtirîn qeyranên mirovahî yên cîhanê. Her çend guhertinên siyasî yên dawîya sala 2024'an de bûne sedema zêdebûna hejmara Sûrîyan ku vegerîne welatê xwe, lê hewcedariyên mirovahî hîn jî pir mezin in.

World Vision dibêje, di sala 2026'an de tê texmînkirin ku 16.5 milyon kes li seranserê Sûrîyê hewceyê alîkarîya mirovahî ne, ku ji wan nêzîkî 7.5 milyon zarok in. Herwiha, bi milyonan kes hîn jî di hindirê welatê xwe de derbider dimînin, û bi milyonên din jî wek penaber li welatên cîran û herêmên din ên cîhanê dijîn.