Davutoglu: Em li Sûrîyê Hewildanên Defakto Qebûl Nakin

Piştî ku derîyê sînora Serêkanîyê kete bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) karbidestên hikûmeta Tirkîyê jî helwesta xwe dîyar dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, îro Înîyê di daxuyanîyeke rojnamevanî de, nerazîbûn nîşan da ku li herêma Kurdan ya Sûrîyê hewildanên avakirina rêvebirîyeke xweserî pêk tên.

Birêz Davutoglu got, ‘Heta li Sûrîyê parlemana hilbijartî neyê ser kar, nabe ku em hewildanên defakto qebûl bikin ku ev dibe sedema krîzên mezintir.’

Wezîr Davutoglu dîyar kir ku ew geşedanên li tevahîya Sûrîyê û bi taybet yên li Serêkanîyê bi metirsî û baldarî dişopînin.

"Em hemû pevçûnênên herêmê di çarçoveya ewlekarîya herêmî û navnetewî de dinirxînin ku derkete holê bandorê li Tirkîyê jî dike."

Davutoglu wiha berdewam kir: “Ji niha şûn de jî ji kîjan grubê were bila were, emê di wê kêlîyê de bersîva tehdîta ku were ser sînora me bidin.

Your browser doesn’t support HTML5

ST_7_19_13