Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got ku Brîtanya û hevalbendên wê dixebitin da ku piştrast bibin Îran nebe xwedî çekên navokî.
Serok Donald Trump egera êrîşeke leşkerî li dijî Îranê dubare kir, û got ku eger Tehran danûstandinan bi Washingtonê re red bik, dibe ku êrîşeke pir mezintir pêk were.
Starmer roja Pêncşemê di dema serdana xwe ya Çînê de ji rojnamevanan re got, "Pirsgirêka mezin li vir ew e ku em piştrast bikin Îran bernameyeke navokî bi dest nexe, û em hemû li ser vê yekê li hev dikin û em bi hevalbendên xwe re di wê alî de dixebitin."
Dema li ser helwesta Trump jê hate pirsîn, Stamer got, "Em hemû hevbîr in û karê me yê pêşîn ewe ku em piştrast bikin Îran bernameyeke navokî bi dest nexe û em li ser vê yekê dixebitin."
Trump roja Çarşemê li ser Truth Social got, "Keştiyeke şer a mezin ya firokhilgir ber bi Îranê ve diçe. Ew bihêz, wêrekî û armanceke mezin bi lez û bez diçe."
Starmer di serdana xwe ya Çînê de ligel Serok Xi Jinping civîya. Wî got, “Îro ez li Pekînê bi Serok Xi re civîyam. Me pabendbûna xwe ya hevbeş ji bo avakirina hevkarîyeke demdirêj û stratejîk piştrast kir ku dê sûdê bide herdu welatan, di heman demê de emê danûstandinên zelal û vekirî li ser mijarên nakokbar berdewam bikin.”