Wezareta Derve Rênimayan Dide Welatîyên Amerîkî li Sûrîyê

Dîmeneke Şamê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê hişdarîyeke ewlekarî bo welatîyên Amerîkayî li Sûrîyê da, li vê dema ku şer li Rojhilata Navîn berdewam dike.

Hişdarîya wezaretê bi rîya hesabê Balyozxaneya Amerîkayê li Sûrîyê li ser platforma X'ê hate belav kirin, tê de tê dibêje: "Ji 28ê Sibata 2026an ve, Sûrîyê rastî alozîyên zêde ji ber girjîyên herêmî dibe. Balyozxaneya Amerîkî li Şamê di sala 2012'an de xebatên xwe rawestand."

Hikûmeta Amerîkayî nikare xizmetên konsulxaneyê yên rotînî û lezgîn pêşkêşî welatîyên Amerîkî yên li Sûrîyê bike, li gor Wezareta Derve.

"Komara Çek wekî hêza parastinê ji bo berjewendîyên Amerîkayê li Sûrîyê xizmet dike. Welatîyên Amerîkayî yên li Sûrîyê ku hewcedarîya wan bi alîkarîya lezgîn heye lê nikarin xwe bigihînin Beşê Berjewendîyên Amerîkayî yê Balyozxaneya Çekê, divê bi Balyozxaneya Amerîkayê li Urdunê re têkilîyê deynin," hişdarîya Wezareta Derve got.

Wezaretê herwiha çend hejmarên telefon û emailan belav kiriye:

Balyozxaneya Çek li Şamê, Beşê Berjewendîyên Amerîkayê li Sûrîyê: 0969-333644
Ji derveyî Sûrîyê: 963-969-333644
Email: damascus.usis@mzv.gov.cz

Balyozxaneya Amerîka li Urdunê
Telefon: 962 (6) 590-6950
Ji bo rewşên awarte: 962 (6) 590-6500
Email: Amman-ACS@state.gov
Welatîyên Amerîkayê herwiha dikarin peywendîyê ligel vê hejmarê: 1-888-407-4747 bikin (ji nav Amerîka) yan +1 202-501-4444 (ji derveyî Amerîka) bo alîkarîyê.

Wezareta Derve herwiha çend rênima bo welatîyên Amerîkayî li Sûrîyê da:


• Planên derketina ji Sûrîyê amade bikin ku ne girêdayî hikûmeta Amerîkayê ne.

•Eger hûn li Sûrîyê bin, amade bin ku li cihê xwe bimînin eger rewş xirabtir bibe.
• Piştrast bikin ku hûn û malbatên we belgeyên xwe yên rêwîtîyê (pasaportên Amerîkayî) ji bo rêwîtîyê amade ne.
• Planên xwe yên ewlekarîya kesane binirxînin.
• Di rewşeke awarte de telefona xwe şarj bikin.
• Hişyar bin, ji bo pêşveçûnên ku dikarin bandorê li ewlekarîya navxweyî bikin ji nêz ve nûçeyan bişopînin, û agahdarîya serwextkirî di plan û çalakîyên rêwîtiya xwe de bicîh bikin.
• Plansazîyeke awarte hebin û Lîsteya Kontrolê ya Rêwîtiyê binirxînin.
• Welatîyên din ên Amerîkayî li Sûrîyê qeyd bikin û hewl bidin ku di Bernameya Tomarkirina Rêwîtîya Smart (STEP) de tomar bibin da ku hişdarîyan wegirin.