Wezareta Derve: Heta Niha 28,000 Welatîyên Amerîkayî ji Rojhilata Navîn Vegerîyane

Amerîka bi dehan geştên asmanî yên taybet pêk anîye û bi hezaran welatîyên Amerîkayî ji hefteya borî ve ji Rojhilata Navîn derxistine, Wezareta Derve îro Şemîyê ragihand.

Alîkarê Wezîrê Derve Dylan Johnson di daxuyanîyekê de got: "Ji 28'ê Sibatê ve, bêtirî 28,000 welatîyên Amerîkayî bi ewlehî ji Rojhilata Navîn vegerîyane Amerîkayê."

Li vê dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê dijî Îranê dikeve hefteya duwem, rewş li hejmareke welatên herêmê ji ber êrîşên rejîma Îranê aloztir dibe.

Wezareta Derve got ew peydakirina geştên taybet û operasyonên çûnûhatinê yên bejahî li herêmê zêde dike li gor ku rewşa ewlekarî rê bide. Serok Donald Trump roja Înê pesnê hewlên Wezareta Derve yên derxistina Amerîkayan ji Rojhilata Navîn da.

Wê herwiha got ku ew bi awayekî çalak dixebite da ku alîkarîya her welatîyekî Amerîkî bike ku bixwaze ji Rojhilata Navîn derkeve.

Amerîkayên li Rojhilata Navîn ku pêdivî bi alîkarîyê ne, dikarin li ser vê hejmarê peywendîyê bi Wezareta Derve re bikin: +1-202-501-4444.