Ji ber Piştgirîya Hizbullahê, Amerîka Sizayan Datîne ser Tevneke Darayî

Ala Koma Hizbullah a terorîst.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Înê ragihand ku ew sizayan datîne ser tevneke darayî ya navnetewî ku piştgirîya dide rêxistina Hizbullah a terorîst.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve, Tommy Pigott, di daxuyanîyekê de got: "Ev kiryar wan kes û kiyanan dike armanc ewên ku beşdarî şûştin û komkirina pereyan bo tîma darayî ya Hizbullahê ne, bi rîya hejmareke kompanî û projeyan li seranserê Rojhilata Navîn, Ewrupa û Amerîkaya Bakur."

Pigott da zanîn ku bi rîya birîna van kanalên darayî, Amerîka gavên konret davêje ji bo karîna Hizbullah a peydakirina dahatê bo terorîzmê sînordar dike.

Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve, Hizbullah bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kiriye. Artêşa Îsraîlê jî başûrê Libnan û Beyrûtê kiriye armanc.

"Êrîşa Hizbullahê li ser Îsraîlê nîşan dide ku careke din ew bidestxistina terorîzmê bi navê rejîma Îranê di ser aştî û ewlehîya gelê Libnanê re digire," Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve got.

Hizbullaha, ku rejîma Îranê piştgirîya wê dike, ji sala 1997'an ve ji alîyê Amerîkayê ve wekî rêxistineke terorîst hatiye destnîşankirin.