Di Hilweşîna Avahîyekê de Yek Kes li Stenbolê Hate Kuştin

Di hilweşîna avahîyekê hêşt qatî de de herî kêm yek kes li Stenbolê hate kuştin, 4 kesên din jî di bin kavilan de mane.

Televîzyona NRT ragihand ku demûdest dîyar nebûye ku avahîya li taxa Kartalê çima rûxaye. Wê kanalê ragihand ku jimareke maşîneyên polîsan, ambulans û agirkuj ji cîhê bûyerê re hatin şandin.

Karbidestên xwecîhî ragihand ku xebatên wan didomin ku 4 kesên ku bin kavilan ase mane, rizgar bikin.