NY Dibêje Ew Bi Daxwaza Guhertina Nûnerê Wê Li Sûdanê Şok Bûye

Wêne ji Arşîfê ye

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku ew şok maye, ji ber nameya serokê Civata Leşkerî ya Sudanê general Abdel Fattah al-Burhan, ku tê de daxwaza guhertina nûnerê taybet Volker Perthes dike di nav şerekî dirindanê bi hêzên nîvleşkerî re.

Derengî roja Înê Guterres di daxuyaniyekê ji peyvdarê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got. "ku ew şanazîyê bi wan karan dibe yên ku Volker Perthes pêş encam dane û baweriya xwe ya tam bi nûnerê xwe yê Taybet dubare dike"

Sekreterê giştî mendehoş maye bi wê nameya ji General El-Burhan wergirtî, yê ku niha di şer de ye bi Mihemed Hemdan Daglo re, cîgirê wî yê berê, yê ku fermandariya Hêzên Piştgiriya Bilez a nîvleşkerî dike.

Hêzên hevrik nuha di roja pêncan ya agirbesteke yek heftî de ne ku bi navbeynkariya Amerîka û Erebistana Saudî hatîye pêkanîn û ji wê demê ve gelek caran hev dû bi binpêkirinên agirbestê tawanbar kirine

Ta niha ne civata leşkerî û ne jî NY çapeke fermî ya nameya Burhan belav nekirine, ku tê gotin ku têde daxwaza ji kar dûrxistina nûnerê Guterres yê Sûdanê Perthes hatibe kirin.

Burhan hefteya borî bi fermî Daglo wekî cîgirê xwe di encûmenê serwerî ya desthilatdar de ji kar derxist, alîgirên leşkerî yên tund li derdora xwe kom kirine û niha li ber e ku hêzên leşkerî xurt bike.

Wezareta berevaniyê ya Sûdanê roja Înê bang li leşkerên xanenişîn û her weha hemû kesên ku dikarin çekan hilgirin kir ku berê xwe bidin yekîneya fermandariya leşkerî ya herî nêzîk û xwe bi çek bikin da ku xwe û malbatên xwe û cîranên xw biparêzin

Paşê di rojê da har ragihandin ku bang tenê jibo leşkeran û leşkerên xanenişîne.

Perthes û nûnerên Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê bûne armanca çendîn xwenîşandanên bi hezaran leşker û alîgirên îslamî yên ku çend caran Perthes bi "destwerdana biyanî" tawanbar dikin û daxwaza jikar dûrxistina wî dikin.

Piştî despêkirina şer di 15ê Nîsanê de li Sûdanê xwepêşandanên bi heman rengî li bajarê Port Sûdan yê rojhilat jî hatin lidarxistin

Li gorî Projeya Daneyên Cih û Bûyerê ya Şerê Çekdar, di şer de li seranserê Sûdanê zêdetirî 1,800 kes mirine. Neteweyên Yekbûyî dibêje zêdetirî milyonek kes li Sûdanê ji cih û warên xwe derketine, ji bilî 300,000 ku reviyane welatên cîran.

Çavkanî: AFP