Amerîka Îxwan Muslimîn ên Sûdanê Weke Rêxistineke Terorîst Radigihîne

State Department

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Duşemê 9'ê Adarê ragihand ku wan Îxwan Muslimîn ên Sûdanê wekî Rêxistineke Terorîst a Cîhanî destnîşan kiriye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîkayê ev biryare dê ji roja 16'ê Adara 2026'an pê ve bikeve di rewşa cibicîkirinê de.

Îxwan Muslimîn ên Sûdanê ji bo têkbirina hewldanên çareserkirina pevçûnê li Sûdanê û belavkirina îdeolojiya xwe ya Îslamî ya radîkal tundûtûjiya zêde li dijî sivîlan bikar tîne.

Milîtanên wê rêxistinê, ku gelek ji wan perwerde û piştgirî ji Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) digirin, kuştinên girseyî li ser sivîlan pêk anîne.

Lîwaya El-Bara' bin Malik a Îxwan Muslimîn ên Sûdanê li gorî fermana taybet a 14098 di Îlona 2025'an de ji ber rola wê di şerê hovane yê li Sûdanê de ketbû di lîsta terorê de.

Îran ku weke piştgira terora navnetewî tê naskirin, bi rêya pasdaran weke li gelek ciy;n din li cîhanê alîkarî dide r;xistina Îxwan Muslimîn li Sûdanê.

Wezareta Derve dibêje, lê ewê Amerîka bi her awayî xebat bike ku rejîma Îran û alîgirên wê, ji wan alavan bê behir bihêle heta ku nikarbin terora xwe bimeşînin û piştevanîya terorê bikin.