Bi Hezaran Sudanî Dijî Darbeyê Dîsa Derdikevin Kolanan

Dîmeneke ji xwepêşandanên li Sudanê, paytext Xartum,6 Berfanbar 2021

Li Sudanê îro Sêşemê li paytext Xartum, Omdurman û bajarên din yên seren serê welêt bi hezaran kes carek din dijî derbeyê daketin kolanan.

Piştî ku serokwezîr Abdalla Hamdok di destpêka vê hefteyê de karvekişandina xwe ragihand, alozî û nearamîya li Sudanê pirtir xirab bû.

Wêneyên ku li ser înternetê hatine weşandin nîşan didin ku xwepêşanderên ciwan stranan dibêjin, li defê dixin û alên Sûdanê hil didin.

Berîya destpêkirina xwepêşandanan karbidestan rê û kolanên sereke yên Xartûm û Omdurman girtinku xwepêşander negehîjin avahîyên hikûmetê.

Banga xwepêşandanan ji hêla Komeleya Pisporên Sudanê û Komîteyên Berxwedanê ve têne kirin, ku serhildana dijî Omer el-Beşîr wan darxistibû .

Mihemed Yusif el-Mustafa, berdevikê Komeleyê wiha got:

“ Karvekişîna Hamdok welat xiste nav pirtir nezelalîyê û 'general ji pelê hêjîrê bêpar hiştin' ku wan desthilatdariya xwe ya leşkerî bi wê rêkê didomandin.”

Serokwezîr Abdalla Hamdok di derbeya Cotmeha 2021'an de ji kar hatibû dûr xistin, lê meheke şûnda piştî peymanek bi artêşê re, bo aramkirina alozîyan û protestoyên dijî derbeyê jinûve hatibû vegerandinê ser kar.

Hemdok roja Yekşemê di nav alozîya sîyasî de karvekişandina xwe ragihand û got ku wî nekarîye ku di navbera generalên desthilatdar û tevgera demokrasîxwaz, rêka lihevkirinekê bibîne.

Sudan ji derbeya 25’ê Cotmehê û vir ve jiber bêaramîya rewşa sîyasî di nava alozîyan de ye.

Darbeya leşkerî ya cuntayê zêdetirî du salan piştî ku Omer el-Beşîrê otokrat û hukûmeta wî ya Îslamî jiber protestoyan neçar man ku di Nîsana 2019'an de ji desthilatdarîyê vekişîyan, pêk hat.

Artêşê, di bin zexta navneteweyî de, Hamdok bi peymaneke di meha Mijdarê de jinûve kir serokwezîr ku hikûmetek teknokrat rê ve bibe.

Lê, peymanê daxwazên tevgera demokrasîxwaz ya li pişt serhildanên dijî el-Beşîr paşgoh kir.

Ji wê demê ve, Hamdok nekari ku hikûmetê ava bike jiber ku xwepêşandanên bê rawestan, ne tenê dijî derbeyê, lê herwiha dijî peymana wî ya bi artêşê re têne kirin.

Tevgera demokrasîxwaz bo hikûmetek bi tevahî sîvîl ku rêberîya pêyvajoya veguhestinê bike, israr dike.

Lê, generalên cuntayê vê daxwazê red dikin û dibêjin ewê desthilatdarîyê tenê radestî hikûmeteke hilbijartî bikin.

Li gor belgeya qanûna bingehîn ya ku pêyvajoya veguhestinê tê rêve birin , darxistina hilbijartinan di Tîrmeha 2023'an de tê plan kirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bo "dîyaloga bi wate" ya di navbera hemû alîyên Sudanê de bang kir da ku ew "bigehijin çareserîyeke berfireh, aştiyane û mayînde," Stephane Dujarric berdevkê Guterres got.

Li gor komeke bijîşkî ya Sudanê, ji dêstpêka derbeyê vir ve, bi sedema tepeserkirina tund ya ewlehîyê nêzî 60 xwepêşander hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.