Trump: Super Bowl Nîşana Xweragirîya Welatê Me Ye

Serok Trump

Koşka Spî bi boneya Super Bowl'ê peyamek weşand ku biryare şeva Yekşemê li Santa Clara, Kalîfornîyayê were lîstin.

Trump di peyma vê lîstîka werzişî ya salane de got, "Di demekê de ku welatê me bi serbilindî 250 saliya serxwebûna Amerîkayê pîroz dike, lîstika îşev xwedî wateyek taybetî ye. Bi gelek awayan, çîroka werzişa herî navdar a welatê me ye, rengvedana geşta serkeftina Amerîka bixwe ye."

Di peyama xwe de, serok Trump ronahîyê dixe ser giringîya rola fûtbola Amerîkî di anîna cem hev a malbatan de, ji hemû çîn û civakan.

"Fûtbol di civaka çîna karker de derket holê û heman xebata dijwar, biryardarî û prensîbên karkerên Amerîkî nîşan da. Her ku aborîya welêt berfireh dibû, lîstik bi geşbûna welêt re li her malê mezin dibû û roja Yekşemê kir kevneşopîyeke hevpar a hemû nifşan."

Trump berî lîstikê û di dema sirûda neteweyî de got, "Em welatparêzên ku 250 sal berê bi wêrekî, fedakarî û bawerîyeke xurt bi doza azadîyê serxwebûn bi bîr tînin."

Di axaftina xwe de, serok Trump her wiha pesnê mêr û jinên hêzên leşkerî da û got, "ew berdewam in di parastin û berevanîkirina şêwazê jiyana me bi dirêjahîya dîrokê û heta siberojê jî."

Nêzîkî 65,000 heta 70,000 kes dê li Stadyuma Levy li Santa Clara bicivin da ku lîstikê temaşe bikin, û tê payîn ku 127 mîlyon kes li seranserê Amerîka bi rêya TV temaşe bikin. Her wiha gelek kes li xwaringeh û baran dicivin da ku bi hev re vê lîstikê temaşe bikin.