Sûrîye Dibêje Serkeftina Palmyra Destpêka Operasyonên Nû yên Dijî DAIŞê Ye

Artêşa Sûrî dibêje, jinûve kontrolkirina bajarokê Palmyra, li hember DAIŞê wê bibe destpêka operasyonên nû.

Hêzên Sûrî yên bi piştgirîya firokên Rûsî bajarok piştî dagirkirina DAIŞê ya 10 mehan careke din xist destê xwe, lê gelek berhemên dîrokî ji alîyê wê komê ve hatine ruxandin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dide zanîn ku di operasyona rizgarkirina Palmyra de 400 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, pirtir jî 180 şervanên ser bi hikûmetê jî mirine.

Serokê Sûrî Beşar Ead hêzên xwe pîroz kir û got, “serkeftineke girîng E û nîşana karîgerî û hêzdarbûna artêşa Sûrî û hevelbendên we ye di şerê dijî terorîzmê de.”