Sûrîyê Dibêje Wê jibo Lêpirsînên Ser Êrîşên Dijî Sivîlan Komîteyek Ava Kiriye

Seroktîya Sûrîyê ragihand ku jibo lêkolînên ser êrîşên dawî yên dijî sîvîlan komîteyek hatiye avakirin.

Li gor ragihandina seroktîyê di komîteyê de 7 kes hene û ew komîte serbixwe ye.

Komîteya nû di vê demê de hatiye ava kirin ku jêderên herêmî yên Sûrî dibêjin hêzên ewlekarî yên Sûrîyê û kêmahîyên Elewî ketine pevçûnen giran.

Di daxuyanîya seroktîyê de hat gotin ku komîte wê ser êrîşên dijî sîvîlan lêpirsînan bike û bepirsan tesbît bike.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dide zanîn ku roja În û Şemîyê dijî Elewîyan 30 êrîşan li dar ketine.

SOHR dîyar dike ku di wan êrîşan de bi qasî 745 sîvîl hatine kuştin.

Jêder: AFP, X, SOHR