Naveroka Xalên Agirbesta Şeri' bi HSD'ê re

Emed Şeri’û Mazlum Ebdî

Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şer’i îro Yekşemê 18ê Çile agirbestke giştî li Sûrîyê ku ji 14 xalan pêk tê ragihand.

Xalên agirbestê ev in:

- Agirbesteke berfireh û demildest li hemû eniyan û xalên têkiliyê di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê, ku divê hevdem hemû endamên leşkerî yên HSD'ê bo herêma rojhilatê Çemê Firatê vekişin, wekî gaveke pêşîn ber bi jinûvebicihbûnê ve.

- Radestkirina îdarî û leşkerî bi temamî û lezgîn a parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê bo hikûmeta Sûrîyê. Ev radestkirin hemû sazî û dezgehên sivîl dihewîne ku hikûmet rasterast feramena bicîkirina hemî karmendên niha heyî di nav wezaretên dewletê yên têkildar ên Sûrîyê de werin cîbicîkirin. Hikûmet her wiha soz dide ku karmend, şervan û rêveberîya sivîl a HSD’ê li herdu parêzgehan biparêze.

- Tevlêkirina hemû sazîyên sivîl ên parêzgeha Hesekê di nava sazî û avahîyên îdarî yên dewleta Sûrîyê de.

- Destgirtina bi ser hemû derîyên sînor û zeviyên petrol û gazê yên li herêmê ji alîyê hikûmeta Sûrîyê ve, bi parastina wan ji alîyê hêzên hikûmeta navendî ve da ku vegera çavkanîyan ji bo dewleta Sûrîyê misoger bike.

- Yekkirina hemû hêmanên leşkerî û ewlehîyê yên HSDê li ser bingeheke "takekesî" di wezaretên berevanî û navxweyî yên Sûrîyê de, piştî kontrolkirina ewlehîyê ya pêwîst, bi dayîna pileyên leşkerî û mafên darayî û lojîstîkî yên guncaw, digel rêzgirtina li statuya taybetî ya deverên Kurdî.

- Serokatîya HSD’ê soz dide ku bermahîyên rejîma berê nexe nav refên xwe û lîsta navên efseran ku li herêma bakur-rojhilatê Sûrîyê hene radest bike.

- Fermanek serokatîyê dê were derxistin ku berbijêrek ji bo posta parêzgarê Hesekê were destnîşankirin, wekî garantîyek ji bo beşdarîya siyasî û nûnertîya herêmî.

- Bajarê Eyn el-Ereb(Kobanî), dê ji hebûna leşkerî ya çekên giran were paqijkirin, û hêzek ewlehîyê dê ji niştecihên bajêr were avakirin, di heman demê de hêzek polîsê herêmî dê ji hêla îdarî ve di bin wezareta navxweyî ya Sûrîyê de bimîne.

- Rêveberîya berpirsîyar a dosyaya girtîyên Daiş û kampan, digel hêzên berpirsiyar ên parastina van girtîgeh û kampan, dê bi hikûmeta Sûrîyê re werin yekkirin, da ku hikûmeta Sûrîyê berpirsiyarîya qanûnî û ewlehîyê ya tevahî ji bo wan bigire ser xwe.

- Têkelkirina Lîsteyek ji rêberên ku ji hêla serokatîya HSD'ê ve hatine destnîşankirin, dê ji bo postên leşkerî, ewlehî û sivîl ên payebilind di nava sazîyên hikûmeta navendî de werin erkdarkirin ji bo ku hevkarîya niştîmanî were misogerkirin.

- Pêşwazî li Mersûma Serokatiyê ya Hejmar 13 a 2026î an, ku mafên çandî û zimanî yên Kurdan nas dike û mafên qanûnî û sivîl ên kesên neqeydkirî û vegerandina mafên mal û milkan yên ku ji dehsalên berê de hatine berhevkirin destnîşan dike.

- HSD'ê pabend be ku hemî rêber û endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ne-Sûrî ji sînorên Komara Erebî ya Sûrîyê derxîne da ku serwerî û aramîya herêmî garantî bike.

- Dewleta Sûrîyê pabend be ku wekî endamek çalak ê hevpeymanîya navneteweyî, bi hevahengîyek nêzîk bi Amerîka re ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê (Daiş) bidomîne da ku ewlehî û aramiya herêmê misoger bike.

- Xebata li ser rêkeftinên ku vegera ewle û bi rûmet a niştecihên Efrîn û Şêx Meqsûdê bo malên xwe misoger dike.