Desthilatdarên Nû yên Sûrî Polîsan li Ser Bingeha Şerîe'ta Îsalmî Perwerde Dikin

Endamên nû yên Polîsê Desthilata HTŞ'ê li Sûriyê piştî perwerda xwe bidawî kir.

Desthilatdarên Sûrî yên nû Şerîe'ta Îsalmî bikar tînin ji bo perwerdekirina hêzeke nû ya polîsan, efserên perwerdekar dibêjin ku armanca wan ew e da ku polîs li ser bingeheke exlaqî bên perwerde kirin û valahiya ewlekarî ya ji ketina rejîma berê tije bikin.

Polîsên ku ji Idlibê anîne Şamê tên perwerde kirin da ku ciyê polîsê rejîma beşar El-Esed bigrin ku serederiya wan hovane û gendelî bû weke efserên perwerdekar ji Reutersê re gotin.

Polîsên serhildayî yên ku ji herêma Îdlib ya dorpêçkirî anîne Şamê ser bingehê Şerîe'ta Îsalmî hindariyê dibînin.

Li gorî pênc efserên payebilind û formên serîlêdanê ji bo xizmetkirina di nava hêzên polîsan de yên ku ji hêla Reuters ve hatine dîtin, ji serlêderan pirsên ser baweriyên wan yên olî dipirsin û balê dikişînin ser şerîe'ita Îslamî di perwerdehiyê de.

Şirovaeka wê pêngava desthilatdarên nû yên Sûriyê û xistina pirsên olî di nava perwerdeya polîsan de li welatekî ku cihêrenge û 13 salan şer lê dom kirîye û pir çeke metirsî dibînin.

Şirovekar didin zanîn ku xistina Şerîe'ta Îsalmî ya nava pirsên desthilatê dê asteng be ku welatên rojavayî alikîrar bin ji bo avakirina Sûriyê.

Ser pirsên Reutersê yên li dor mijarê Aron Lund, Hevkarê Lêkoler yê saziya "Century International", ku saziyek ramanê ya Rojhilata Navîn e, got;

"Gelek Sûrî hene ku dê ji vê yekê nîgeran bin," , Lund dîsan dibêje, "Ne tenê kemaniyên weke; Kiristiyan, Elewî, Durzî - lê di heman demê de gelek misilmanên Sunî li deverên mîna Şam û Helebê, ku li wir nifûsek pir mezin a sekolar û cihêreng heye ku bi qanûnên olî û Şerîe'ta Îsalmî razî nabin."

Dîplomatekê ku nexwest navê wî were eşkere kirin ser karanîna qanûnên olî di desthilatê de got, ""Ew îşaretek ne baş e, lê ew jî bi wê yekê ve girêdayî ye ku ew ê çiqas karanîna qanûnên olî tund were sepandin."

Rêberê Desthilata demkî yê Sûriyê, Ehmed El-Şer'i, hewl dide ku karbidestên rojavayî û hikûmetên Rojhilata Navîn yên ku ji tevgerên Îslamî nîgeran in, piştrast bike ku koma wî dev ji têkiliyên xwe yên berê yên bi Qaîde re berdaye û dê bi nermî, desthilata xwe bi kar bîne û mafên kemaniyan jî parastî bin.

Jêder: Reuters