Dadgehkirina Beşar Esed û Berpirsên Rejîma Berê li Sûrîyê Dest Pê Dike

Dadgehkirina Berpirsên Desthilata Beşar Esed li Koşka Dadê li Dîmeşq a paytext

Li gorî Ajansa Frens Press'ê, roja Yekşemê, rûniştina yekem a dadgehkirina Serokê berê yê Sûrîyê Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed bi nebûna wan hat destpêkirin.

Ajana nûçeyan a Sûrîyê (SANA) dîmenên pêşîn ên dadgehkirina giştî ya berpirs û kesayetîyên payebilind ên rejîma berê li Koşka Dadê ya li Şama paytext nîşan dan û ragihand ku bo cara yekê û bi eşkereyî dadghkirina Esed û berpirsên rejîma berê tê birêvebirin.

Hikûmeta demkî ya Sûrîyê dadgehkirinê weke gavek dîrokî binav dike û dibêje, ji bo hesabpirsîna kesên ku di salên şer de ji tawanên şer û binpêkirinên li dijî sivîlan berpirsiyar in dadgeh hat destpêkirin.

Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê dibêje ewê tawanên têkildarî îşkenceyê, windakirinên bi darê zorê û girtinên keyfî vedihewîne.

Raport dibêjin destpêkirina darizandina berpirsên rejîma Esed ji hêla malbatên qurbanîyan û rêxistinên mafên mirovan ve bi berfirehî hatiye pêşwazîkirin, ku bûyerê wekî destpêka rêyekê ber bi dadmendî û lihevhatina niştîmanî ve dibînin.