Sûrîyê radigihîne ku dorgirtina Yekîtiya Ewropî dijî Sûrîya weku şerekê tête dîtin, û huşdarî da ku ew çi maytêkirina biyanî di kar û barêt wê yêt navxwe de qebûl naket.
Roja Çarşembî Wezîrê Derve Welîd al-Mualim li Dîmeşqê got, dorgirtina Yekîtiya Ewropî dijî kompanî û kesêt ku têkelî digel leşkerî hene li Sûrîye we diyar diket ku ew dixwazin alozî û nerêkî li wî welatê Erebî peyda bibin.
Wî toleyêt Yekîtiya Ewropî bi girîng wernegirtin û dibêjît ew dê Ewropa li ser nexşa xwe ji bîr ket. Her wesa wî mandel û haşa kir ku Îran û Hizbullah harîkariya Serokê Sûrî Beshar El-Esed dikin bo rawestandina aloziyan.
Mualim dibêjît, çunkî hindek efserêt parastina Sûrî hatîne kuştin vêca renge destê al-Qaide di hindek aloziyan de hebît.