Medya Sûrî: Artêşa Sûrîyê Ket Hindurê Tiltemirê

(arşîv)

Ajansa fermî ya Sûrîyê ragihand ku hêzên Artêşa Sûrî ketine hindurê Tiltemirê.

Tiltemir 35 kîlometre li rojhilata başûrê Serêkanîyê ye û li ser rêka M4 e.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) do Yekşemê dîyar kiribû ku wan û hikûmeta Sûrîyê li hev kirine û ewê hêzên Sûrî bikevin hin herêman.

Karbidestên Kurd didin zanîn ku Artêşa Sûrîyê dê li Minbic û Kobanîyê jî bi cîh bibe.