Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom îro Pêncşemê got ku hazir in ku tev li NATO bibin û li benda Tirkîyê ne ku dest bi erêkirin prosesa serlêdana wan bike.
"Em bi tevahî amade ne û li benda Enqerê ne ku dest bi pêvajoya erêkirina serlêdana me bike," Billstrom Letonya got.
Wî ev daxuyanî li di preskonferansa piştî civînên xwe yên bi wezîrên Skandînavya û Baltik de li Riga ya paytexta Letonya da.
Swêdê sala borî serî li NATO dabû ku bibe endama wê hevbendîyê, lê Tirkîye û Hungarya heta niha ew serlêdan erê nekiriye.