Di Êrîşekê de li Stockholmê Kuştî û Birîndar Hene

Di êrîşekê de li Stockholma paytaxta Swêdê êrîşvanan qamyona xwe ajot navendeke kirîn, firotinê.

Polîsên Swêdî piştrast kir ku 3 kes di êrîşê de hatine kuştin, lê hin raportên din ragihand ku heta 5 kes di êrîşê de hatine kuştin.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven got ku êrîş dişibe kiryareke terorîstî û hikûmeta wî bi hêmî hêza xwe dixebite ku bizane sedem û armanca êrîşê çi ye.

Karbidestên Swêdî ragihand ku qamyonê li koşeya firoşgeha navdar Ahlens û mezintirîn pêyarêya paytêxt Drottninggatan xist.

Karbidest didine zanîn ku du berguman hatine desteser kirin û wan bo ewlehîya hemwelatîyan îstasyona metro daxistiye û li seranser bajêr asta hişyarî bilind kiriye.

Dîdevanên bûyerê dîyar dikin ku di nav qamyonê de sê kes xwane dibûn ku bi çekên xwe êrîşî polîsan dikirin ku ew dorpêç kiribûn.