Ji bo Şermezarkirina Rejîma Esed, Neteweyên Yekgirtî Kom Dibe

Ji bo Şermezarkirina Rejîma Esed, Neteweyên Yekgirtî Kom Dibe

Civata Tenahî ya Neteweyên Yêkgirtî roja Sêşembî kom dibe ji bo encamdana gotûbêjan li ser bernivîsa biryarekê ku hêrişên rejîma Sûrî li dijî xelkê sivîl şeremzar dike.

Hevdem, hikûmeta Îtalî balyozê xwe li Dîmeşqê vekêşa wek nerazîbûnekê hemberî “tepeserkirina hov a gelê sivîl.”

Herwiha Yekîtîya Ewropî cezayên nû li dijî rejîma Beşar El Esed ragihand, ji wan qedexekirina hatinûçûna pênc karbidestên din yên Sûrî.