Balyoz Ford Vedigere Şamê

Balyoz Robert Ford li Sûrîyê (erşîv).

Balyozê Amerîkî bo Sûrîyê roja Sêşembî vedigere Şamê piştî ji ber nîgeraniyên parastinê li Sûrîyê hate vekêşan.

Karbidestên Wezareta Derve dibêjin, balyoz Robert Ford şîretên xwe li Washingtonê bi dawî anî û şeva Sêşembî vedigere Çamê.

Balyoz Ford li meha 10 li Sûrîyê hate vekêşan piştî gef li jiyana wî hate kirin ji ber kombûnên wî yên bi kesatiyên opozisyona Sûrî re.