Parlemana Nû ya Sûrîyê di nav Hêvî û Pirsên Tevlêbûna Sîyasî de

Dîmenek ji Civîna yekê ya Parlemana veguhestînê ya Sûrîyê, 12 Tîrmeha 2026’an.

Civîna yekê ya Parlemana nû ya Sûrîyê ku wek Meclisa Gel tê binavkirin roja Yekşemê pêk hat ku ewê ji dema rûxandina serokê berê Beşar Esed ve wek meclisa qanûndanînê ya yekê kar bike.

Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri' di gotara xwe ya ji bo qanûndaneran de, damezrandina parlemana qonaxa veguhestinê ya Sûrîyê wek "serdemeke nû" ya di dîroka welatê ku ji şer wêran bûye de pênase kir.

Şeri' parleman, piştî bi salan pevçûn û desthilatdarîya otorîter, wek bingeha nûavakirina sazîyên Sûrîyê bi nav kir.

Wî bi berdewamî bang li endaman kir ku ew jibo xurtkirina serwerîya hiqûqê, vegerandina bawerîya gel û amdekirina bingeha jibo aramîya demdirêj bixebitin.

Wî heman peyam di daxuyanîyekî de li ser X’ê jî dubare kir û qanûndanerûn nû pîroz kirin.

“Ez endamên Meclisê jiber destpêkirina karê wan pîroz dikim, ji wan re di hilgirtina vê bawerîya niştimanî de, di xizmeta gelê me de û di piştgirîya rêya avakirina Sûrîyeke geş û pêşveçûyî de serkeftinê dixwazim,” wî got.

Destpêkê endamên parlemanê bi komî sond xwar. Piştre serokê parlamenê û cîgirên serok hilbijartin.

Wan Ebdulhemîd el-Ewak wekî serokê meclisa 210 endamî hilbijart, ku dadwerekî berê yê ji parêzgeha Hesekê ye û di salên destpêkê yên serîrakirinê de ji hikûmeta Esed veqetîya bû.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî roja Yekşemê pêşwazîya rûniştina destpêkê ya Parlemana nû ya Sûrîyê kir.

Di peyameke li ser X'ê de, Claudio Cordone, Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY ji bo Sûrîyê, got ku vekirina parlemana nû di veguherîna gaveke girîng a Sûrîyê de nîşan dide û bal kişand ser rola parlemanê ya di pêşvebirina reforman de.

“Parleman di vê qonaxa girîng de, di pejirandina qanûnên lezgîn de roleke girîng dilîze. Emê xebata wê ji nêz ve bişopînin û amade bin ku piştgirîyê bidin,” Cordone got.

Parlemana nû ya Sûrîyê ji 210 endaman pêk tê, ku ji wan 140 ji hêla komîsyonên hilbijartinê yên xwecihî hatine destnîşankirin û serokê demkî Şeri' jî 70 endam erkdar kirine.

Parlemana nû wê jibo qonaxeke veguhêstinê ya 30 mehan bixebite û tê pêşbînîkirin ku biryarnameyên berê yên serokê demkî Şeri' ji nû ve binirxîne, qanûnan derxîne û dest bi nivîsandina destûreke nû bike.

Lê tevî hemû van bendewarîyan ewê desthîlatdarîya parlemana Sûrîyê sînordar be, jiber ku hêza rêvebirîyê bi piranî niha di destê serokê demkî Ehmed Şeri' de ye.

Ji alîyê din ve şêwazê avakirina parlemena nû ji alîyê hin kom û şîrovekarên siyasî yên Sûrî ve tê rexnekirin, ku dibêjin pêvajoya hilbijartinê nûnertîyeke demokratîk ya têr peyda nake.

Damezrandina parlemanê ji alîyê gelek partî û siyasetvanên Kurd ve bi tundî tê rexnekirin, ku ew dibêjin nûnertîya Kurdan a li vê parlemanê li gor nifûsa Kurd a Sûrîyê rêjeyeke pir kêm e.

Di parlemana nû ya Sûrîyê de, niha tenê 12 Kurd hene ku 3 jî alîyê Şeri' ve hatine destnîşankirin û 9 jî Kurd ji bakur-rojhilatê Sûrîyê (Rojava) hatine hilbijartin.

Tevî rexnekirina şêwaz, naverok û pêyvajoya wê jî, avakirina parlemanê carek din nakokîyên siyasî yên çaresernebûyî yên di navbera partî û rexistinên Kurd yên li Sûrîyê, nîşan dide.

Tevî Partîya Yekîtîya Demokratîk(PYD), bi giştî 21 partî û rexistinên Kurd erkdarkirinên Şeri' û hilbijartinên jibo parlemanê boykot kirin, jiber garantîyên siyasî yên ne têrker û tunebûna lihevkirineke neteweyî ya berfireh.

Lê, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) beşdarî hilbijartinên li Rojava û hin heremên din yê Sûrîyê bû.

Hevdem, jimareke kesayetîyên Kurd jî cîhgirtina di parlemanê de wek şexsî qebûl kirine.

Ji alîyê din ve rewşa nûnertîya herema Suweydayê ya li başûrê Sûrîyê jî jibo parlemanê wek kêşeyeke din derdikeve pêş.

Kursîyên ku ji parêzgeha Suweydayê ya bi piranî Durzî re hatine veqetandin, vala mane, jiber ku rêberên wan red kir ku beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin.

Ev rewşa Suweydayê jî di navbera Şamê û hin heremên welêt de alozîyeke din a berdewam destnîşan dike, yên ku li derveyî destwerdana siyasî ya tevahî ya hikûmeta navendî mane.

Di demekê de ku desthilatdarên qonaxa veguhêz a Sûrîyê li pey peywendîyên navneteweyî yên berfirehtir û alîkarîya nûavakirinê ne, çaverêya ku Parlemana nû rûbirûyê şopandinek nêz ya navneteweyî bibe, ku gelo ewê jibo pêşvebirina reformên destûrî, berfirehkirina beşdarîya siyasî û avakirina bawerîyê di navbera civakên cihêreng ên Sûrîyê de rolek pêşeng ya wekhev û dadwer bilîze yan na.