Wezîrê Navxwe yê Sûrîyê Enes Xetab, li êvara roja Çarşemê 29ê Nîsanê û li ser medyaya civakî girtina Generalê rejîma berê berê Ednan Ebûd Helawe ragihand. Helawe efserkî rejîma serokê berê yê Sûrîyê Beşar Esed bû, bi komkujîya kîmyayî ya gelê Sûriyê tê tawanbarkirin.
General Ednan Ebûd Helawe bi karanîna çekên kîmyayî li dijî xwenîşanderên Sûrî li devera Xûte ya Rojhilat li derdora Şamê di sala 2013an de tê tawanbarkirin, ku di encamê de 1400 kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn, ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Ew fermandarê yekîneyên 155 û 157 yên artêşa Sûrî bû, ku bi alîkarîya çekdarên regîma Îranê berpisyar ji komkujîyên kîmyayî, êrîşên mûşekî li ser taxên sivîlên û tepeserkirina berfireh a xwepêşanderan tên dîtin.
Hikûmeta Sûriyê a demkî dibêje, ew efser berpirsiyar bû ji xalên kontrolê li başûrê Şamê, ku bi hezaran welatîyên Sûrî lê hatibûn windakirin.
General Helawe di nav 13 berpirsên berê yên rejîma Sûrîyê de ye ku ji alîyê Amerîka ve, wekî berpisyarên komkujîyên dijî sivîlan hatine nasandin. herwiha, ew li ser lista cizayên Yekîtîya Ewrupî a sala 2016an de ye.
Li gor rêkxistîya Mafên Mirovan a Sûrî (SNHR), rejîma Beşar Esed ji destpêka xwepêşandanên aştîyane yên gelê Sûrîyê di sala 2011an de heta niha 217 caran çekên kîmyayî li ser deverên di bin kontrola opozîsyonê de bikar anîye.