Dr. Sîdo: Amerîka Helwêstek Exlaqî Werdigire Dema Piştevanîya Gelê Sûrî Dike

Balyozxana Amerîkî li Dîmeşqê rastê hêrişekê hat.

Piştî hêrişa li dijî balyozxana Amerîkî li Dîmeşqê, têkelîyên navbera Amerîka û Sûrîyê aloz dibin.

Rêberên Amerîkî dibêjin, Serokê Sûrî Beşar El Esed rewayetî ji dest dide.

Di bersiv de, rejîma Sûrîyê ragihand ku Amerîka xwe têkelî karê navxwe yê wî welatî dike.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Kemal Sîdo, Serokê beşê Rojhilata Navîn li Komela Gelên di Bin Gefê de li Almanya dibêje, “Amerîka helwêstek exlaqî werdigire dema piştevanîya gelê Sûrî dike.”

Dr. Sîdo herwiha got ku girîng e Amerîka ji welatên hevalbendên xwe weke Erebistana Saudî û Tirkîyê bixwaze ku helwêstên xwe hemberî rejîma Esed biguherin.

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Sîdo re, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilik bike.