Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yêkgirî biryar da ku lêkolînê bike li ser binpêkirina mafên mirovan ji layê hêzên rejîma parastina Sûrî ve.
Civata Mafên Mirovan roja Sêşembî bi 33 – 4 dengan biryar pejirand jibo endamdana lêkolînê. Çîn û Rûsyayê deng li dijî wê biryarê da.
Ev dengdane di demekê de ye ku heşt xwepêşander roja Duşembî ji layê hêzên Sûrî ve hatin kuştin, li gor gotina dîdevan û komelên mafên mirovan.
Dîdevan dibêjin, bi sedan kes li meydana serekî ya bajêrê Humisê xwepêşandan kirin piştî tîmeka Neteweyên Yêkgirtî serdana wî bajêrî kir.