Erebistana Saudî Balyozê Xwe li Sûrîyê Vekêşa

Şah Abdullah.

Hikûmeta Erebistana Saudî balyozê xwe li Sûrîyê vekêşa, li demê ku civaka navneteweyî fişar û giranîya xwe li ser rejîma Sûrî zêde dike.

Şah Abdullah yê Erebistanê roja Duşembî di peyamekê de ji rejîma Sûrî xwest ku kuştinê bi dawî bîne. Wî got rewşa Sûrîyê ne li gor ol û buhayên mirovatî ye.

Hevdem, bizavkarên Sûrî dibêjin hikûmet berdewam e li topbaran kirina bajêrê Dîr El Zûr.

Operasyona li djî Dîr El Zûr roja Yekşembî destpê kir û li gor bizavkaran bi kêmî ve 42 kes li wî bajêrî hatin kuştin.