Çalakvanên Sûrî: Li Du Rojan 250 Kes Hatîne Kuştin

Çalakvanên Sûrî: Li Du Rojan 250 Kes Hatîne Kuştin

Civata Niştîmanya Sûrî ya hevrik ji Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî û Komkara Welatêt Erebî xwest ku kiryarekê bikin, piştî hêzêt hikûmetê di du rojan de pitir ji 200 kes kuştin.

Roja Çarşembî Civata opozisyon ji Neteweyên Yekgirtî xwest da bi zûtirîn dem kombûnekê bike da li ser kuştinkariyên çiyayê Zawiye, Îdlib û Homs gotûbêjan bikin.

Komelêt opozisyonê radigihînin ku di 48 demjimêran de 250 kes hatîne kuştin.