Nûnerê civaka navneteweyî bo Sûrîyê Kofî Annan dibêje ku ew geşbîn e beramberî çareserkirina qeyrana yek-salî ya Sûrîyê, lê belê wî got ku rêkeftin jibo bi dawî anîna tundûtûjîyan dê “zehmet” be.
Sekreterê berê yê Neteweyên Yekgirtî Annan roja Yekşemê bo cara duwemîn bi Serokê Sûrîyê Beşar El Esed re li Şamê civîya.
Nûnerê hevbeş yê Neteweyên Yekgirtî û Komkara welatên Ereb got ku wî daxwaz kir ku demûdest kuştin li Sûrîyê bihête rawestandin û ji hikûmeta Sûrî xwest ku guherînkarî û reforman encam bide.
Annan roja Şembî jî bi Serokê Sûrî re kom bû.