N.Y. Piştgîrîya Plana Annan bo Aştîyê li Sûrîyê Dike

Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî piştgîrîya xwe bo plana aştî ya Kofî Annan kir jibo bi dawî anîna tundûtûjîya li Sûrîyê.

Plana nûnerê hevbeş yê N.Y. - Komkara welatên Ereb daxwaza ragihandina agirbestê û encamdana dîyalogê li navbera hikûmet û opozisyonê dike.

Plana Annan herwiha ji rejîma Sûrîyê dixwaze rêkê bide ajansên alîkarîyên mirovatî biçin Sûrîyê.

Her 15 endamên civatê, di nav de Rûsya û Çîn, bi wê planê razî bûn.