Pêvajoyên Dawî yên Bajarê Efrînê

Operasyona Tirkiyê li Efrînê berdewame û navçeya Şera, Raco û Şêrewa rastî topebaranê hatin.

Peyamnêra Dengê Amerîka li Efrînê Newroz Reşo got herêma Şehba jî tê armanckirin û rêjîma Sûriyê, ku nêzîkî wê herêmê ye, ta vê gavê çi bersiv nedaye.

Reşo behsa Rewşa mirovahî ya xelkê sivîl kir û got ew roj bi roj rastî kêmbûna pêdiviyên rojane dibin.

Wê got hin xelk hewil didin birevin Helebê lê rejîma Sûrî rê li pêş wan girtiye.

Ji bo agahiyên berferehtir fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Newroz Reşo 01_28_18