Serokê Sûrîyê Ehmed Şeri’ roja Sêşemê di merasîma vekirina Lûtkeya Medyaya Erebî de li Dubey li ser derfetên weberhênanê li Sûrîyê û perspektîfên aborî yên welêt axivî.
Serokê Sûrî anî ziman ku “Aboriya berê, tevî dewlemendîya Sûrîyê, mezinahiya wê ya aborî berê lawaz bû; di sala 2010’an de, yanî di dema xwe ya herî baş de, li dora 60 milyar dolarî bû, ku ev hejmareke gelek kêm e. Di sala 2024’an de, dema em gihîştin Şamê, aborî daket dora 20 milyar dolarî; ev jî hejmareke kêm e."
Wî got, "Di sala 2025’an de, ew gihîşt dora 32 milyar dolarî. Em pêşbînî dikin ku dibe ku di sala 2026’an de bigihêje 50 milyar dolarî û heta sala 2027’an jî dibe ku vegere asta sala 2010’an. Ji wê pê ve jî, bi a Xwedê, bernameyên me armanc dikin ku di nava pênc an deh salên bê de bigihêjin 200 milyar dolarî.”
Şeri’ got ku weberhênan diherikin Sûrîyê, bîrnameyên têgihîştinê hatine îmzekirin, hin proje jixwe di warê cîbicîkirinê de ne û yên din jî di qonaxa dawîn a nîqaşan de ne.
Şam li weberhênana biyanî digere da ku piştgirîyê bide aborîyeke ku di encama şer û dorpêçên Rojavayî yên zêdetirî deh salan de wêran bûye, û niha piraniya wan hatine rakirin.
Wê bi milyaran dolar peyman û memorandûmên têgihîştinê bi veberhênerên Kendavê re îmze kirine, di nav de Kompanîyên ji Erebistana Siûdî, Qeter û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, û her weha kompanîyên Amerîkî.
Amerîkayê Sûriyê ji lîsta welatên piştgirên terorê derxist, tiştê ku Şam dibêje astengîya dawî ya sereke ya weberhênanê bû li welêt.